Şamil Əsgərov (Dəlidağ)

Şamîlê Selîm Esgerov (Şamîl Delîdax)

JİYANA WÎ

 

Şamîlê Selîm Esgerov (Şamîl Delîdax) –  helbestvan, nivîskar, rojnemewan, welger, zanyarê fîlolojiyê, endamê Yêkitiya Nîviskaran Azerbaycanê (1969), Kedyarê Kara Çandinîyê (1989).

 Şamîlê Selîm Esgerov, di sala 1929’an de li gundê Axçakentê, li bajarê Kelbecerê hatîye dinê. Di ciwanîya xwe de bi dîrok û wêjeya Kurdistanê re, ku wê demê nav û dengê wê jî li holê nîn bû, eleqedar bûye. Dibistana navîn û amadeyî di dereceya baş de qedandîye û paşê jî dibistana mamosteyî ya bilind a dewleta Azerbaycanê, pey re dibistana bilind a partîyê li Bakûyê û zankoya pedagojî ya Azerbaycanê qedandîye. 

Di sala 1950’î de li gundê xwe de mamostetî kirîye.

Li bajarê Kelbecera bûye serokê rêxistina ciwanan “Komsomolê” (1953-1955). Di vê demê de rêxistina ciwanên Kelbecerê di tevahîya Yekitîya Sovyetê de, di “pêşbirka sosyalîst” de rêza yekem girtîye. Ş.Esgerov paşê edîtorê rojnameyê “Ji bo nûjenî” bûye. Li heman bajarî dibe berpirsîyarîyên bi rengê mudirê dibistanê, walîyê bajêr, mudirê perwerdeya bajêr, serokê mûzeya dîrokê dimeşîne. Wî ev berpirsîyarîyan bi layiqîyeke mezin daye meşandin. Di heman demê de Şamîlê Selîm Esgerov karê mamostetîyê jî kiriye.

Ji bo mamoste Şamîl li bajarê Bakûyê teklîfek tê. Jê re dibêjin were û bibe mamosteya ûnîversîteyê. Lê ew li hember vê teklîfê dibêje na û paş ve dizivirîne. Sedemê vê paşvezivirandina teklîfê jî ew e ku, nexwestîye ji warê bav û kalan dûr bikeve. Wî xwestîye ku li bajarê Kelbecerê bimîne. Ewqas ku bi axa kal û bavan ve girêdayî bûye, çima ku bêhna kurdayetîyê jê werdigirt.

Lê mixabin ku, di sala 1993’yan de Kelbecer ji hêla artêşa Ermenîstanê ve dema ku tê dagirtin, bi neçarî jîyana xwe weke penaber li bajarê Bakûyê domandîye.

Pênc zarên Mamosta Şamîl hene û her pêncan jî zanîngehê xwendine. Xalîd, Berzanî, Tehmîne, Hejar û Zulfîye di rêya bavê xwe de bibîryar dimeşîn.

Mamoste Şamîl li ba xebatên civakî bi xebatên xwe yên edebî û zanistî hatîye nasîn û vê yekê hiştîye ku, li Yekîtîya Sovyetê û li derveyê welêt weke şexsîyetekî navdar deng vede. Tevî ku bi xwe matamatîksîyen bûye, wî bi kurdî û azerî helbest nivîsandine. Xebatên weke edebî, etnografî, dîrokî û hunerên estetîkî di serî de 30 zêdetir pirtûkan nîvisandîye.

Mamoste Şamîl, di sala 1978’an de bi sedema ku “kurdayetîyê” dike, wî digirin û dixine zindanê. Şamîlê Selîm Esgerov çar salan di zindanê de dimîne. Ew di nav rewşa çetînahîyê de bi navê “Keçika lal” destana helbestî, ku 20 hezar rêzik e û dîroka têkoşîna gelê kurd vedibêje nivîsandîye û bi vê berhemê helwesta xwe ya sîyasî nîşan daye, li dijî bêmafîyên ku têne kirin.

Timî di dilê Mamosteyê mezin de evîna Kurdistana mezin hebûye, ew tam dildarê Kelbecerê bûye, wî li vê heremê cîhê her kevirî, her darî û her kanîyê dizanibûye.

Mamoste Şamîl, li komara ku lê dijîya dostên wî yên ku ji “kurdayetîyê” hez nedikirin jî, jê re digotin “Ansîklopedîya Zindî” û abîdeyê zindî yê dostanîya kurd û azerîyan.

Mamoste Şamîl emrê xwe yê biwate di rêya ronahîbûna kurdan û biratîya gelan de borandîye. Bi xwe di vê rîyê de çendî ku rastî zext û zorê hatibe jî, ji şewaza jîyana xwe tu caran tawîz nedaye.

Şamî Esgerov di roja 20’ê Gulana 2005’an de li bajare Bakûyê çû ser dîlovanîya xwe.    

AFİRANDİN

Mamoste Şamîl, li ser xebatên edebî yên Mamosta Cegerxwîn teza xwe ya doktorîyê nivîsandîye, destana “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî wergerandîye zimanê azerî. Her wiha bi sedan helbestên kesayetên weke Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Evdirehman Hejar û Evdila Goran bi zimanê azerî bi lêv kiriye. Sedan helbestên helbestvanên Azerî welgerandiye ser zimane Kurdî.  

Dîsa ferhengoka zimanê azerî-kurdî, kurdî-azerî nivîsandîye. Di nivîsandina vê pirtûkê de armanceke pîroz û bilind daye pêş xwe. Tê zanîn, kurdên me yên li dewleta Azerbaycanê dijîn timî bi polîtîkaya asîmîlasyonê ve rû bi rû mane, li vê deverê li ser kurdan asîmîlasyoneke erjeng hatîye lidarxistin.  

Lewma li hember vê rewşê Şamîlê Selîm Esgerov gelek xebat dike. Xebata wî ya ferhengê jî ji bo vê yekê ye û bi hêza xwe dixwaze li hember asîmîlekirina kurdan raweste. Bingehîn armanca wî ev bûye. Dîsa di hundirê ev cûre xebata xwe de gelek lêkolînên dîrokî yên bi belge pêk tîne û vê xebata xwe jî di pirtûka xwe ya bi navê “Kurdên Azerbaycanê” kom dike. Armanca wî ew e ku, kurdên li Azerbeycanê ku zimanê wan asîmîle bûbû, ji nû ve zindî bike. Dîsa yekem ferhengoka qafîye (mişar) ya zimanê kurdî û azerî ji hêla Mamosteyê mezin ve hatîye çêkirin.

Şamîlê Selîm Esgerov, di jîyana xwe ya xwedî xeta têkoşer de îmze avêtîye berhemên girîng ên li ser ziman û dîroka kurd. Wî tevkarîyeke mezin daye wêjeya kurd.

Şamîlê Selîm Esgerov yek ji wan kesayetan e ku, di nav hestên welatperwerîyê de jîyaye û xwedî zanyarîyeke mezin bûye. Ew kurdolog, fîlolog, zimanzan, wergêr, rojnamevan, dîroknas, etnograf, zanyarê zargotinê, zanyarê xwezayê û xwedîyê mûzeyekê bû. Ew ansîklopedîyeke zindî bû.

Ew hezkirîyê Kurdistanê bû. Bi wêne, pirtûk û muzîkê ve mala wî tam Kurdistaneke biçûk bû. Di pirtûkxana wî ya şexsî de nêzîkê 20 hezar pirtûk hebûne û ji wan pirtûkan jî nêzîkê 3 hezaran pirtûkên kurdî bûne.

Kurdistan û jîyana Kurdistanî ji bo wî ne arezûyek bû, bîçimê jîyanê bû. Bi hezaran kîlometre ji Kurdistanê dûr li bajarokê Kelbecerê wî Kurdistanê dijîya û Kurdistanê dida jîyandin.

Çarînên Mamoste Şamîl hê jî nehatine çapkirin. Di nav wan çarînan de, ku bi kurdîyeke fesîh û kamil nivîsîye, gelek çarînên bicînas hene. “Cînas” di helbesta klasîk a Rojhilata Navîn de gelek hatîye bikaranîn. Helbestên cînasî, dengên wan heman in, lê belê wateya wan cuda ne. Bi rengê nivîsandina wan, çendî ku heman tîp bikar tên jî, wateya ku derdixin holê cuda ne. Ev cure helbest bi qafîye tê nivîsandin.

Di vir de em dikarin mînak bidin:

 “Yara min”

1. “yara minda” (wate, di yara min de)

2. “yara minda” (wate, li yara min da)

3. “yara min da” (wate, yara min da).

 Weke ku kurên Mamoste Şamîl dîyar dike bi sedan mînanî vê cînasê hene, di çarînên Mamosta Şamîl Selîm Esgerov de. 

PİRTÛKÊN WÎ

.Çîya ser çîyan. Helbest. Bakû, 1964, 48 rûpêl.

2. Helbestvanê gel (derheqa Şexmûs Cigerxwîn). Lêkolînê zanistî. Bakû,  1968, 92 rûpêl.

3.Dengê Delîdax. Helbest. Bakû, 1973, 54 rûpêl.

4.Hîkmeta çîyan (êtnografî). Bakû, 1987, 100 rûpêl.

5.Gulîlkên çîya. Helbest. Bakû, 1987, 120 rûpêl.

6.Rûpişta jiyanê, rûyê jiyanê. Helbest. Bakû, 1990, 240 rûpêl.

7.Mûzeya şehît, mûzeya şahît. Bakû, 1997, 72 rûpêl.

8.Ferhenga mişarê zimanê Azerî. Bakû, 1997, 98 rûpêl.

9.Yadîgarê loxman. Pexşan. Bakû, 1997, 252 rûpêl.

10.Kurê ku welat jê re hewcedare.  Pexşan. Bakû, 1998, 316 rûpêl.

11.Cînasên menzûm. Ferheng. 1998, 640 rûpêl.

12.Helbestên lêvneketin (cûre helbeste ku 9 tîp nayê bikaranîn û kingê tê gotin, lêvên mirov hevûdu re temas nake) Helbest. Bakû, 1998, 180 rûpêl.

13.Destana Kelbecerê xemgîn u gulîstana vîrankirî. Bakû, 1998, 314 rûpêl.

14. Ferhenga Kurdî-Azerbaycanî û Azerbaycanî-Kurdî, Ferhenga mişarê zimane Kurdî. Bakû, 1999, 640 rûpêl.

15. Li helbestê de nûjenî. Bakû, 2001, 300 rûpêl.

16. Keçika lal (destan). Bakû, 2003, 240 rûpêl.

17. Silav Delîdax re (destan). Bakû, 2003, 260 rûpêl.

18.Ferhenga mişarê zimanê Azerî (çapa duhem). Bakû, 2003, 224 rûpêl.

19.  Ferhenga cînasên menzûm (Ferhenga zimanê Azerbaycanî ya helbestaye hevdeng). Berga yekem. 2003, 284 rûpêl.

20. Ferhenga cînasên menzûm (Ferhenga zimanê Azerbaycanî ya helbestaye hevdeng). Berga duyem. 2003, 304 rûpêl.

21. Stêrnasê zarokan. Pexşan. Bakû, 2003, 196 rûpêl.

22. Hezar pirs, hezar bersiv. Helbest. Bakû, 2004, 152 rûpêl.

23. Karesatê Kerbela. Bakû, 2004, 84 rûpêl.

24. Hozan Husêyn Bozarqanli. Bakû, 2004, 148 rûpêl.

25. Ferhenga peywên xuliqî. Bakû, 2004, 116 rûpêl.

26. Heta zivirandina çîyan dayax bike, dilê min. Bakû, 2005, 200 rûpêl.

27. Ferhenga biwêjên menzûm. Bakû, 2008, 149 rûpêl.

28. Berhemên bijartî. Bakû, 2009.

WELGERÊN WÎ

1. Ehmedê Xanî. Mêm û Zîn. Bakû, 1976, 144 rûpêl.

2. Elîyê Evdilrehman. Giramî. Bakû, 1975, 74 rûpêl.

DERHEQA WÎ  

1.Destana S,amîl Delîdax. Bakû, 1996, 55 rûpêl.

2.Ji her kanîyê dilopek. Bakû, 2000, 400 rûpêl.

3.Rûpêlên jiyanekî. Bakû, 2004, 212 rûpêl.

4.Mina Delîdax. Bakû, 2006, 416 rûpêl.