Şamil Əsgərov (Dəlidağ)

Ayhan ERKMEN

APÊ ŞAMÎL

Tera bigotana, Apê Şamil,

Bigotana,

Salek pey çuyîna te

Hezar kilometran dûri te

Qet nedîtibe ruyê te

Nebihîstibe dengê te

Qersê civanek bibîse vê xebera te

yê bike şina te.

 

Erê Apê Şamil,

Ev emrê teyi dirêjda

Qet hajî wê keda teye mezin nîbe

Û pey çûyîna te

Pey ev çûyina bêwext û gîran êş da

Dilkiribe ew evîna te

Evîna teye ji boy welatê te

Bû birîn hat runişt ser dilê te

Te yê çi bigota lêra

Çi bigota…


Ayhan ERKMEN

11.04.2006-Kars

Barîyê Bala

 

SEYDA ŞAMÎL

Mamosteyê mamostayî, Şamîl Esker,

Zimanê te pir şirîne, ava kewser.

Tu yî kana ulim, kemal, merîfetê,

Nişa xasî, xuluqîyî ji qudretê.

Nav-dengê te bela bûye temam dinê,

Kêr-kirinên te, welatê me kiriye xinê.

Te av wexar behra Xanî, behra Hejar,

Duxulxulî nolî Dicle, Firat, Hekar.

Şêx Nîzamî, kal Fuzûlî mamostê te,

Vagîf, Vûrgûn mihikîne nav xûna te.

Şev û roja şer dikî boy heqîqetê,

Tim qutdikî reh-rîçalên kîn-kudretê.

Lawê Zalî, neyarê har tu natirsî,

Hebûna te namûs, xîret, him bê qelsî.

Ez ji te ra kanî, behr qet nabêjim,

Himberî te kanî, behr pir tenîkin.

Ez ji te ra çîyayê bilind qet nabêjim,

Himberî te çîya nizmin, pir piçûkin.  

Rebbê jorîn dikim hîvî, him jî rica,

Me bê rehmê, welatê me bibe aza.

Sed salîya te derbazkin li Ameda kal,

Bê xof bibe zimanê meyî qurna da lal.

Bimilmile ala meye kesk, sor û zer,

Tarî herin, ronik bibe, her qulç û der.

Em tevayî rûnên sîngê Zagros, Sîpan,

Axa welêt têr-têr maçkin, bibin qurban.

 

ŞAMÎLÊ BİRA RA

Rewayî Şamîl Eskerov - zanyar,  dîroknas, Kurdzan û nivîskarê Kurde bi nav û deng dikim. 

Alim Şamîl, şaîr Şamîl, tu negirî pir hûre-hûr,

Dinya behre, em keştîvan, lê digerin, delave dûr.

Ba alîkî nake lîlîn, eva hukmê dewir-zemîne,

Çira kesî vênakeve, heta gave xût paşîne.

Bira, em çi bikin, tebyet rûyêd me qet nekenyaye,

Dayîkê, ewled gotîye, şev û roja ew giryaye.

Milk birine, xûn rêtine, war û hudûd kirine wêran,

Tim xastine yasax bikin, ew xebera nav Kurdistan.

 

Bê însafa şewitandin, hedimandin koşk û bajar,

Bok û beran şehîd ketin, pîr û kala kir zare-zar.

Gelo, xezna me, kuda birin, kîjan qulçî kirin cî-war?

Dutîretî me bû bela, pir zalima keda me xar.

 

Dinya Îslam me ra anî him bextreşî, him jî agir,

Hebûna me dijmin veşart, qurne, qurne nekir zahir.

Peritandin êl û obe, miskenêd me bû zaxêd sar,

Xûna Kurda ser Diclê da, ser Firat da tim hate xar.

 

Dîroka me înkar kirin, xastin ku em bibin sêfîl,

Qîz û keça reş girêda, xort zulmê ra nebûn qaîl.

Şêr û şenbaz ne seqirîn, dijmin xistin derbêd giran,

Şabe, îro, zingîn dike ew xebera nav Kurdistan.

 

Ahmedê Hepo

HELBESTVAN, ULMDAR Û MAMOSTEYA MEZİN

 Jîyanêda ew mîrov hetabe gava vê gerdûnêda kêm, zêde dîjî û pêy xwe kirinên qenc dihêle. Lê mîrov jî hene di jîyana xweda kirinên qencra tevayî rêçên nûh dide vekirinê, bona mîrovayê dixulîqîne, ser surên sergirtî vedîke. Vi alîda helbestvan, ulumdar, lêkolînvan, wergervan Şamîlê Selîm hetabe.

Şamîlê Selîm çawa helbestvan û ulumdar bi nav denge. Hetanî naha 30 pirtûkên zêdetir wî hatîne weşandînê. Nava wanda pirtûkên usa hene jî behrê pênûsa wî xuliqînê. Jî wan em dikarin jêrê navê çend pirtûka bînin ziman:

“Ferhenga mişarên zimanê Azerbaycanê”;

“Helbestên hevdeng”;

“Ferhenga Kurdî-Azerbaycanî û Azerbaycanî-Kurdî”;

“Mişarên zimanê Kurdî”;

“Helbesta nûhdemî”;

“Ferhenga zimanê Azerbaycanî ya helbestaye hevdeng” (du pirtûk);

“Ferhenga gilîyên xuliqî” û yên mayîn.

Pêwîste ewê yekê bigihîne xwendevana, gava van pîrtukan ronahî dîtînê, wêjezan, zimanzan, rexnevan û ulumdaran derbarê her pirtûkeke Samîlê Selîm da çendîn gotarên bi zanyarî nivîsîne û her yekê di hîndava xweda pêşniyar kirîne navê doktorê fîlolojîyê, hêjayên bilind bidine wî.

Şamîlê Selîm bona pêştaçûyîna wêje, dîrok û zimanê Kurdî kirînên hêle kirîne. Azerbaycanêda bûye kolling lêdanê kurdnasîyê û kurdzanîyê!

Helbestvanê navdar sala 1968-a derbarê efrandarîya helbestvanê Kurd Cîgerxwîn da doktora nivîsîye û navê doktora ulmê fîlolojîyê stendîye. Bona xwendevanên Azerbaycanê efrandarî-poyêzîya Cegerxwînva bîbîne nas, Şamîlê Selîm derbarê helbestvanê şoreşger da pirtûka xweye bi navê “Helbestvanê gel” dîde weşandinê.

Sala 1976-a Şamîlê Selîm, gaveke bi culet davêje û destana klasîkê wêjeya Kurd Ehmedê Xanî ya naveyan “Mem û Zînê” werdigerîne bi zimanê Azerbaycanî û dide weşandinê. Deng-besê vê wergera Şamîlê Selîm jî Azerbaycanê der jî bî hêjayeke bilindva tê bihîstinê. Awa, li Îraqê Şukrî Mustafa sala 1977-a di rojnameya bi navê “İraq”ê-da hejmara 8-da gotara xweye “Destana Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” bi zimanê Azerbaycanî” – da dinîvîse, wekî salên 70 da wêjezanê Kurd Mehemmed Emîn Bozerslan “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanîyê nemir wergerandîye ser zimanê tirkî û ew bi Kurdî-tirkî bi bedewî daye weşandinê. Gava mine wê xwend û xwe-xwera got: “Xwezila ev xwesteka bi zimanê gelê dunyayê, taybetî bi zimanê gelên ciranên Kurdan bahata wergerandinê?” Dema “Mem û Zîn” bi wergera Şamîlê Selîm dikeve destê wî, ew awa dinîvîse: “Ey gel! “Mem û Zîn” xwesteka Ehmedê Xanî bûyê û helbestvan Şamîl Esgerov ew bi nêtkûrîya helbestva wergerandîye. Ey ewladno, hûn bi xwe bêjin, ev çîye? Ew kare, kar! Ne heneke!”

Wê şûnda Şamîlê Selîm helbestên helbestvanê Kurd Elîyê Evdilrehman werdigerîne û sala 1975-a pirtûka bi navê “Sîyanet / Giramî” dide weşandine.

Şamîlê Selîm ji 50 helbestvanên Kurdan helbest wergeranîye zimanê Azerbaycanî û kovar, rojnameyên cuda-cuda da daye weşandinê. Çawa mînak dikarin helbestên helbestvanên Kurd Baba Taxî Hemadanî, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Mele Cizîrî, Abdulla Goran, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Gûndî û gelekên mayîn.

Pêwîste bi şêkirdarî bînin ser zaran, wekî Şamîlê Selîm derbarê dîroka Kurdên li Azerbaycanê, derbarê kevneşopî erf-edetê wanda çendî-çend gotarên bi ulmî nivîsîne û wana çapamenîyêda ronahî dîtine… 

Şamîlê Selîm, bi dehan helbestên helbestvanên Azerbaycanê wergeranîye ser zimanê Kurdî û wan helbestana li bajarê Bakû di pirtûkada bi navê “Pira hemyarîyê” hatiye weşandin. Pirtûk badîlhewa nehatîye navkirinê “Pira hemyarîyê”. Ew rewayî dostîya gelan bûye… 

Vê pirtûkêda gelek dîlokên mamoste Şamîle bi Kurdî efrandirê cî girtine. Ji sedan mînakek:

Çavên me kanîye,

Derdê welat zanîye.

Bi serê me dijminan,

Hezar lîstîk anîye.


Malê bavan şewtîye,

Derdên usa kê dîye?

Bi dilê min le bedrin,

Hezar sale ew tîye.

Pirtûkêda du poyêm (destan) hatîne weşandinê. Yek hatîye navkirinê “Kurd û Kurdistan”. Dîroka Kurdan, ya weletên wan ber çavên xwendevanra tê derbaz dibe. Minak:

Neyar-dil camad,

Bûye wek esyad,

Neçîre akrad.

Bindeste nijad,

Tune qasek Şad.

Tu buye Şeddad,

Kavayê heddad.

Bibe pêşîvan,

Kurd û Kurdistan.

Destana dinê “Dîlar çima gîrîya”ye. Mijara wê pir hewaskare (balkêşe). Mêrxasê destanê Dîlar yek-yek kurê xwe dîşine şerê bona azaya Kurdistanê. Ewana hatinê kuştinê, Dîlar nagîrî, lê gava kurê wîyî dawîyê şêrda bi mêrxasî tê kuştinê, ew digîrî. Der-cîran wîra dibên awa dertê, te tenê kurê xweyî biçuk hezkirîye, lema jî digîrî. Dîlar bi bilindayî dibêje:

-Na! Ez bona wê yekê digirîm, wekî îdî ewledên min tunenin, bişînime şêr.

Helbestên helbestvanda pîra dostîyê, biratîyê cîkî ber bi çav digîre. Em bi bedewî dintirîne û daxwaza helbestvan ewe, wekî gelên cîran faris, ereb, tirk û yên mayîn bi aşitî bijîn.

“Pira hemyarîyê” da helbestên helbestvanên eyan Nîzamî Gencevî, Muhemmed Fuzûlî, Qetran Tebrîzî, Şah Îsmayîl Xetayî û yên mayîn bi hostakîke mezinva wergerandîye.

 Dawîyêda heqîkê jî bînîme holê. Eva 40 salî zêdetîre ez Şamîlê Selîm nas dikim. Ewî  di Azerbaycanêda him Kurd daye naskirinê, him Kurdzanî daye kûrkirinê. Wekî bêjim ew hey bona serketina gelê xwe, bona dostîya gelan jîye, nivîsîye, efrandîye, nitîrandîye emê tu cewtîya nekîn. Armanca wîye here mezin ew bûye, wekî Kurdistan azabe, hemû gel mîna bira bijîn.  

Ahmedê Hepo,

Nivîskarê Kurd,

Endamê Yekîtîya Nivîskarê Azerbaycanê.

Qadirê Motî

DOSTA MİN    

Rewayî helbestvanê eyan Şamîl Esgerov dikim

Boy eşqa te dostê min,

Dinîvîse destê min.

Qelem, defter, rûh qewat,

Te par daye hostê min.

Dîrok çanda me Kurdan,

Ber van zulman, kul derdan,

Te kire gul, gulistan,

Dewlemend kir, lel, dur dan.

 

Pewirwanê bê hurmet,

Bendê xayîn, bê xîret,

Nehîştin tu per vedî,

Bi dilbarî û rihet.

 

Ked-hed, Laçin, Kelbecer,

Ziyaretê bê hinber,

Dijmin zeft kir dax da me,

Şinê dike êl, dor, ber.

 

Kitêbxana mala te,

Maldîroka êla te,

Te xuliqand neyar bir,

Niştir dane dilê te.

 

Çift, refesê neyaran,

Kezev kirin sed paran,

Ji Wetenê kal-bavan,

Emê derxin xedaran.

 

Qadir dibê hîvîke,

Derdan minra nîvîke.

Dewran dora ha naçe,

Tu tim xweşbe avake.

 

Hejarê Şamîl

Ji pirtûka Hejarê Şamîl “Jiyan di rêya welatparêzîyê da”

DOSTÊ BAV

(Di şûna pêşgotinê de)

“Dostanîya dostê xwe berde, lê belê dostanîya dostê bavê xwe bermede”

                                                                                                Gotina bav-kalan

Ew dostê bave.

Di malbeta bavê minî rehmetî Şamîl Esgerovda dostanî pîroz bû. Bi taybetî dostên bavê. Şûna wan li ba me ji mamên me pêştir bû.

Nêzikatîya bavê min ji dostên bav û malbeta wan re, ji bo me mînak bû. Li gundê Tîkeşevendê li navçeya Kelbecerê henekvan û gotinlidev Kerbelayî Ferec dostê nêzîk ê kurê bavpîrê min Selîm Esger bûye. Ewlad û nevîyên Kerbelayî Ferec timê mirovên me yên hezkirî bûn û gava ku me hev didît, cejna me bû. Şamîl Esgerov wisa em perwerde kiribûn.

Helbesta bavê min a bi navê “Dostê bav” berîya ku em biçine dibistana seretayî me jiber dizanîbû. Bavê me weke “Eger ewlad esil be / Dostê bava mehkem dibe” şîret li me dikir.

Ew kesên ku ji Şamîl Esgerov re gotine “dostê min” û yên ku wî gotîye “dostên min” bêjimar û bêhesab bûn.

Wî bi xwe jî ev gotibû:

Can êşandin arezûya dil

Ji xwînê derbasbûn kulmek av e.

Li vê cîhanê tena namûsê,

Xistina rêya dost nabe.

 

Şamîl, bila serê te pîroz be,

Bi serwetê tune karê te.

Qazanca te ye dost û nas,

Ewqas e jimartin nabe…

Lê belê, dostên ên bavê mine nêzîk hebûn, timê ji dil qala wan dikir, her ku me ew didîtin, me ji kêfa nizanibû çi bikin. Navê wan di dil û mejîyê me da hatibûne kolandin:

Zeynal Memmedov (ji bajarê Axdam a Azerbaycanê, serekê sendîqayê), Sulêman Rehîmov (yekem nivîskarê gel ê Azerbaycana KSS[1] qehremanê kedkar ê YKSS), Elî Velîyev (nivîskarê gel ê Azerbaycana KSSyê), Qasim Qasimzade (helbestvan, profesor), Knyaz Mîrzoyev (kurdnas, profesor), Huseyn Kurdoxlî (kurdnas, helbestvan), Qanatê Kurdo (kurdzan û zimanzanê eyan, profesor), Ferîdun Abdullayev (matêmatîk-alîm), Qara Behmen (mamosteyê emekdar ji Kelbecerê), Kemal Mezher (kurdnas, profesor, li Başûrê Kurdistanê dijî), Mehmedê Heso (ji nehîya Masîsa Ermenîstanê ye û li Kelbecerê mamostetîya dîrokê dikir), Ahmedê Hepo (nivîskarê kurd), Baxiş Huseynov (cerahê navûdeng, li nehîya Gubadlî ê Kurdistana Sor hatîye dinê), Elîyê Evdilrehman (nivîskarê kurd) û gelek-gelekêd mayîn…

Gava ku ewladên Şamîl van navana dibihîstin, diketin rêzê, ji ber ku wisa hatibûn mezinkirin. Ew dostên bav jî, ji ber rêzdarîya li hember Şamîl tu caran hezkirina xwe ji ewladên wî kêm nekirin.

“Dostên bav ku pişta xwe nazivirin”… Vê hikmeta kûr a di vê gotinê da ku jêderka xwe ji sedsalan wir da digire, di safoka ramana gel da hatîye parizandin û bi zelalbûna xwe va hatîye, tenê ew kesên ji bextewerîya dostanîya dostên bav par wergitine dikarin baş wate pê bidin.

Knyazê Îbrahîm ji bavê min 18 salan biçûktir bû. Ev cewazîya temen bi têkilîya mam-birazî dest pê kiribû, mezin bûbû û vegerîyabû dostanîya mezin.

Ez jî ji Knyazê Îbrahîm tam 18 salan biçûktir im…

Çendî ku ew bi xwe vê cewazîya temen nîşan nade jî, cihê wî yê di hişpaka min da nayê guhertin. Ew dostê bavê min ê wefadar e.

Lê belê ev pirtûk ne di derheqê dostekî bavê min daye. Min xwest ku ev pirtûk di derheqê mirovekî baş da be, ku ji bo gelê min ê xweşik xizmet kiriye, bi vê xizmetê serbilind e û bi gotina wî: “Ji bo gelê xwe weke koleyan dixebite!”

Her wiha ku ev mirov kurdnas, profêsor û akademîsyen e, peywîrên girîng bicih anîne, di jîyana civakî ya kurdên Sovêtê da xwedî roleke çalak e, bêguman ev nirxa wî mezintir dike.

Mirov dikare bi gora armanca xwe bîyografîya merivekî bi peyvên zipziwa jî têxe nav çend paragrafan. Lê belê çîroka jîyana ewladekî beşer nakeve bi dehan pirtûkan. Ger li vê pirtûkê bi rengê otobîyografîya Knyazê Îbrahîm bê nihêrtin, dê wê yekê nîşan bide ku ez negihîştime armanca xwe. Armanca min ne nivîsandina bîyografîya mamoste Knyaz e. Bi vê pirtûkê xwesteka min mudaxeleyeke dilnizm e, ji bo çîroka jîyana wî ku bi jandarîya kurdên Sovêtê re hevdeng e.

Dostek jî li Kurdistana Sor, li hêlîna eylo Kelbecerê bû. Bi Şamîl Esgerov re di sala 1971an da bûbû nasdar. Knyazê Îbrahîm ku di mijara “Têkilîyên kurd û azerî” da lêkolînan çêdikir, xwestekeke mezin pê re şîyar bûbû ku wî merivî bibîne, çima ku ne tenê kurdan, her wiha azerîyan jî bi rêzdarî û heyranî qala wî dikirin. Ji xwe piştî ku di sala 1968an da helbesta “Bazê kevir” a Memmed Erez ku helbestvanê navdar ê gelê Azerbaycanê bû û vê helbestê avêtibû ser Şamîl Esgerov, ev xwesteka wî zêdetir bûbû. Helbesta M. Erez a bi nav û deng wiha dest pê dikir:

…Ew li sertara çîyayê kevirî,

Ewrên wî bi xezeb, sekna wî mexrûrî.

Wisa vekişîyaye ku, baz ditirsin,

Di kêleka wî da bifirin.

 

Çavên wî li asîmana, li hedefê digere,

Dike ku bifire, menzîl dûr e.

Dibê qê bi neynûkên bazî

Dê rake asîmana wî çîyayî!... 

        

“GELEK ŞÎRÎN E WEFAYA DOSTAN”

 

Dostanî ne sefa ye, cefa ye, cefa

Armanca dostanîyê wefa ye, wefa.

Ger tu paşê bibî bêwefa

Ji niha va ser veşêre bêcefa.

Ehmedê Xanî sedsala XVII

 

Di jîyana Knyazê Îbrahîm da Şamîl Esgerovê ji Kurdistana Sor cihekî taybet girtibû.

Zêde derfetên wî yên hevdîtinê çênebûbûn. Tenê 5-6 caran li Goyce, Kelbecer, Êrîvan, Moskva, Parîs û Bakûyê hatibûn ba hev. Şamîl Esgerovê ku weke “Bazê çîyan” dihate nasîn ê Kelbecera devera çîyayî, roja yekê ku wî dîtibû rêzdarîyeke mezin li ba Knyazê Îbrahîm dabû çêkirin. Şamîl Esgerov jî ji Knyaz hez kiribû, ku weke merivekî dilpak, serkeftinêr û ji dil bawerî tîne bi dostanîya gelan û wisa tê nasînê.

Dibe ku hezkirina mamoste Knyaz a ji bo Şamîl Esgerovê bazê çîyan, gava ku wêrekî nîşan dabû bi tena serê xwe ji bo temsîlkarîya Kurdistana Sor ku hemû kurdên Sovêtê weke xeyalekî bi xwe re didan jîyandin, dest pê kiribû. Dema ku dihate gotin Kurdistana Sor, li Êrîvanê di nav hemû rewşenbîrên kurd da navê Şamîl Esgerov dihate aqilê mirovan.

Bi mamoste Şamîl re cara yekê di sala 1971an da li bajarê Goyçe yê Ermenîstanê di dêlindêza bibîranîna salemîna 150 a Aşiq Elesger da, ku hozanê navdar ê azerî bû, rastî hev hatibûn. Welatparêzîya wî, taybetmendîyên wî yên dilbikenî û sekna wî ya birûmet ê rewşenbîrîya kurd gelek bihîstibû. Ji vê çavnasînê gelek bextewar bûbû.

Piştî axaftina bi bandor a Ş. Esgerov ku di civînê da kiribû, xwe nêzîkî wî kiribû û li ser pîyan sohbet kiribûn. Jê re gotibû ez li ser “têkilîyên wêjeyî yên kurd-Azebaycan” dixebitim û ji mamoste Şamîl di vê mijarê da alîkarî xwestibû. Ş. Esgerov ji vê yekê gelek kêfxweş bûbû, teza doktorayê yê K. Îbrahîm li xweşê wî çûbû û gotibû: “Bi kêfxweşîyeke mezin ezê destek bidime te! Bi hezara cavkanîyêd baş hene, kîjan dostanîya kurdan û azerîyan didine kivşê...”

Di dema civînê da bi Yunus Abdullayev re, ku ew redaktorê rojnameya nehîya Goyçeyê bû, biryar girtibûn ku herine Kelbecerê serdana mamoste Şamîl.

Piştî vegerîya Êrîvanê bi demeke kurt, pêşnîyar kiribû ku bi nivîskarê kurd Elîyê Evdilrehman re biçe Kelbecerê. Elîyê Evdilrehman ku pirtûka wî ya helbestan a bi navê “Êhtîram” ji alîyê mamoste Şamîl Esgerov va hatibû wergerandin ji bo zimanê azerî, ji bo vê pêşnîyarê kêfxweşîya xwe dîyar kiribû û bi hev re hatibûn Goyçeyê, Yûnûs Abdullayev girtibûn ba xwe û di ser gundê Zodê re ketibûn ser rêya Kelbecerê.

Ev cara yekê bû ku mamoste diçû Kurdistana Sor. Di rêya 5-6 kîlometrê da ji Goyce hetanî Kelbecerê, bi Elîyê Evdilrehman re belkî deh caran erebe sekinandibûn, xwestibûn kulîlkên li quntara çîyê bîhn bikin, ji ava sar vexwin û têra xwe li der û doran temaşe bikin.

Di rê da bi şivanên kurd re rastî hev hatibûn, sohbeta wan balkêş bû. Li wir behsa Şamîl Esgerov kiribûn û gotibûn em diçin mêvanîya wî. Şivanên ku navê mamoste Şamîl bihîstin, li wan ferz kirin û gotin emê ji we re bizinekê şerjê bikin. Gotin: “Mêvanên mamoste Şamîl, mêvanên hemû Kelbecerê ne!”

Knyazê Îbrahîm, dê vê bûyerê di sala 2006an da bi boneya sala dilovanîya Şamîl Esgerov di pirtûka xwe ya bîranînê da, ku li Bakûyê hatibû çapkirin, wiha anîbû ziman:

 “Şamîlê me yê hêja ku bi çîyayên Kelbecer û bi mirovên li vê derê re bûbû yek, bûbû rih û can, ka di nav gel da çiqas rêzdarîya wî heye, min wê demê careke din fam kir. Gava ku min got, min berhemek nivîsandîye di mijara têkilîyên wêjeyî yên kurd-Azerbaycan da û ezê serî li alîkarîya Şamîl Esgerov bidim şivanekî bi temenê zarok bi dirûveke jixwebawer wiha gote min: “Mamoste Şamîl merivek wek pirtûkxanê ye. Ew her tiştî zane. Di mijara ku hûn tê da dixebitin da, ew dikare di rojekê da agahîyên têra pirtûkekê bide we.” Ev bawerîya bêdawî ya şivan li hember hembajarîyên xwe em heyran hiştibûn.”

 

Gava ku mêvan li bajarê Kelbecerê gihîştin mala mamoste Şamîl tarî ketibû erdê. Hema li wir berx şerjê kirin û sifre danîn. Hevala mamoste Şamîl a temenê wî Nazîle Xanim bi livandinên xwe yên lezgîn, mêvanperwerî û rewşenbîrîya wê hema van gotinan dianî aqilê mirov: “Timê li paş zilamekî serkeftî, jineke biaqil heye.”

Knyazê Îbrahîm heftîyekê li Kelbecerê mabû. Her roja wî bandordar û bi bîranînên jibîrnabin va tijî bû.

Kelbecer bi her tiştên xwe va xweşik bû. Meclîsa aşiqan ku her kesî li saz dixist û helbest dixwend, alemeke cihêwaz bû. Mirovên vê derê çendî ku asîmîle bibin jî, ji ax û xwelîya vê derê bêhna kurdayetî û biratîyê dihat. Di meclîsa aşiqan da li gundê Çaykendê, bi dengê bilind helbesta “Kurdim” wî gîyana (ruh) kurd a li wan çîyan hejandibû:

 

Tu rast dizanî birayê min,

Weke te got ez kurdim.

Ewladê Koroxlî me,

Şîrê Hecer[2] mijandime kurdim.

 

Nifşa min tê ji Kurdistanê

Welatê bûyîna me çîyayên Qersê.

Min kevirên req kirî mekan

Kanîya sar da avê xudikim, ez kurdim!

 

Knyazê Îbrahîm di wê hefteyê da ku bi bûyeran va tijî derbas bûbû, herî zêde axaftin û gotûbêjên ku bi Şamîl Esgerov re kiribû bibîr tîne:

“Li Kelbecerê ez bûm nasdarê hêza muhakemeya raser, hişpaka kûr, zanebûna ansîklopedîk û jîyana bi disîplîn a Şamîl Esgerov. Bi mijara ku ez li serê dixebitîm, bêyî ku bihizire bersivê dida, ew pirtûkxaneya wî ya dewlemend mirov di nav heyîrînê da dihişt (ji 20 hezarî zêdetir pirtûk tê da hebûn), ji nav wan pirtûkan çavgirtî pirtûkek derxistibû û gotibû; “di derheqê vê mijarê da li vê pirtûkê ji filan rûpelê hetanî filan rûpelan dikarî agahî werbigirî.” Gelek alîkarîya Şamîl Esgerov ji bo teza min a doktorayê çêbû. Ji ber vê yekê fersend kete destê min ku ez vî mirovê dilnizim, bawerî tîne bi dostanîya gelan û biratîya navbera mirovan.”

Gava ku min van gotinên Knyazê Îbrahîm yên derheqa Şamîl Esgerov da xwendin, ew şevên bêxew ku ji saeta 12an hetanî 5ê sibê me derbas dikir li pirtûkxaneya mala mamoste Knyaz, hatine bîra min. Pirtûkxaneya ku nêzîkê 40 metre çarhêl bû, ji erdê hetanî banî bi hezaran pirtûk tê da hebûn û ez bûbûm nasdar ku yek bi yek cihê pirtûkan dizane.

Carekê nîvê şevê saet sisêyan da ji bo kovara “Nubar” min nivîs amade dikir, divîya ku ez li pirtûka Bosfort “Sûlaleyên Musulman” binêrim. Mamoste bi livandineke ku derveyî giranîya wî bû, li xwe da û rabû çû quncê rastê yê pirtûkxaneyê. Bêşayîş destê xwe dirêjî refên navîn kir. Pirtûk peyda nekiribû û di ber xwe da got; “Bosfort, timê di vê refê da weke pirtûka çarem cih digirt” û lê zêde kir: “Xebatkarê pirtûkxaneyê dîsa ev der tevlîhev kiriye…” Qesda wî ji xebatkarê pirtûkxaneyê kurê wî yê biçûk Selahaddîn bû.

Û derîyê odê vekir, kire qîrîn: “Selaheddîn zû were!” Piştî çend xulekan Selaheddîn ku di fakulteya hiquqê da dixwend û dişibîya bavê xwe, bi nîvxewarî kete hundir.

Eyan bû ku berîya çend rojan Selahaddîn ew pirtûka mijara gotinê dabû hevalê xwe, piştî ku jê sitandibû, danibû refeke din.

Helwesta mamoste pir hişk bû: “Binêre kurê min! Pirtûkên girîng bê destûra min nede kesî, ev yek. A diduyan, ku te pirtûkek hilda, tuyê cardin deynî heman cihê. Ev çend car in ez ji tere dibêjim!”

Selahaddîn ku li hember bavê xwe pir rêzdar bû û ev yek di her livandina xwe da dîyar dikir, weke tewanbarekî serê xwe tewand, got “serseran bavo” û ji odê derket.

Ev acizîya bav û kur wisa li xweşa min çû ku…

Paşê salên min ên dibistanê, ku ez kêm diçûm “pirtûkxaneya” bavê xwe ya li Kelbecerê ku tê da 20 hezar pirtûk peyda dibûn, hatibû bîra min û ber ketibûm. Dema ku Kelbecer di 12ê nîsana 1993yan da ji hêla artêşa ermenîyan va hatibû desteserkirin, wê pirtûkxaneya mala me ku bi guleya topê hilweşîyabû, bibîranîn ewqas ne hêsan e…

Gava ku Selahaddîn ji odê derket, weke ku mamoste halê min ji derbirîna min fam kiribe, kartpostalekî ji dolaba nameyan derxist û dirêjî min kir, “ka bixwîne, tuyê vê nivîsê nas bikî.” Weke ku çavê min pê ket, min nivîsandina bavê xwe nas kir:

 

“BIRAYÊ MIN EZÎZ

KNYAZÊ MÎRZO!

Silavan!

Hey Knyazê Mîrzo, hey kurd, hey bira,

Tu bona Kurdistan bibe wek çira.

Çiman du-sê kitab, aftorêfarat[3],

Gelek meriv stand, ji minra ne hat?

Ji bona nama we ezî bûme tî,

Belkî bal we tune kaxizê sipî?

Dikarim ji we ra bişînim gelek,

Bi wî name binvîs, bike reş-belek.

Dîsa salê nûbûn bimbarek, pîroz!

Bişîn kitab, kovar, vaye miraz, doz.

 

Bi silavên germ,

Bi dilê nerm:

Şamîl

(Kewlecer/ Kelbecer)

02. 01. 1988”

Me herduyan jî dizanibû ku Şamîl Esgerov hemû nameyên xwe bi pîvana nazim dinivîsandin. Lê divîyabû ku sedemê sîtema di nameyê da mamoste vebikira:

“Mamoste Şamîl timê ew pirtûkên ku nû derdiketin dixwest. Tu dizanî pirtûkên kurdî di dema Sovêtê tenê li Êrîvanê derdiketin. Wisa tê fêmkirinê ku, wê demê me para mamoste neşandîye. Wî jî sîtema xwe dîyar kiriye ji me re.”

Piştî ku aşkere kir, ew rûyê mamoste Knyaz ê timê biken, di bin pêla xemgînîyê da ma...

 

 Paşê ew rojên ku di konferansa kurdan a li Parîsê bi hev re derbas kiribûn hatine bîra wî. Enstîtûya kurdî ya Parîsê ku bi Ûnîvêrsîteya Zanistên Rojhilat a Firansayê re konferansa kurdî amade kiribûn, Rojhilatnasên navdar ên cîhanê vexwendibûn konferansê. Ji Başûrê Kurdistanê Kemal Ehmed Mezher, Kurdistan Murkrîyanî, ji Rûsya Î.A.Smîrnova, O.Î.Jigalîna, Y.Vasîlyeva, ji Azerbaycanê Şamîl Esgerov, ji Gûrcistanê Miraz Ceferov, ji Qazaxistanê Knyazê Îbrahîm û bi dehan kesên din ên kurdnas di vê konferansê da hatibûn ba hev.

“Gava ku Şamîl ji Parîsê vegerîya bi xwe re du valîzên qirase pirtûk anîbûn”. – mamoste Knyaz wisa digot û lê zêde dikir: “Bêguman, di hilgirtina pirtûkan da ez alîkarê wî bûm. Ew valîz ji erdê rakirin jî mesele bû. Di arşîva Enstîtûya Kurdî a Parîsê da pirtûk nehiştibûn. Gelekan bi awirên sosret li wî merivê extîyar ku di bin pirtûkan da tewîyabû, mêze dikirin. Ma dê ji kû re bizanîbûyana ku ev merivê di her halê xwe da biyanîbûna xwe dîyar dikir, dilekî wisa hildigire ku têrî hemû mirovatîyê dike…”

 


[1] Li Yekîtîya Sovêta berê navê “Nivîskarê Gel” ji hêla dewletê ve ji bo nivîskarên navdar dihate dayîn. Nêzîkî wateya “hunermendê dewletê” ye ku li Tirkîyê tê gotin.

[2] Hecer Xanim – Jin û çekhevala Qaçax Nebî ye ku di sedsala XIX da li Kurdistana Sor li hember Hikûmeta Çar û desthilatîya cîgayî tevgera serhildanê ava kirîye.

[3] Avtoreferat: Teza doktorayê, pirtûkok.

Eqitê  Qadîrî

 

TU DİLBARA BAHARÎ

Helbesvan û kurdzan Şamîl Esgerovra

Îro bi te fermax dibim, aqilbendê metal kûr,

Ji qeleme te dibare time her wext gul û nûr.

Ev gul nura şemal dide, nolî stêrika ezmana,

Ber me veke beyan bike, sêra dewr û zamana.

Ew dewranî zulmê wekî bende têda dinaliyan,

Dişewitîn diparitîn nolî mûmê diheliyan.

Derd û kulê milletê kurd li ser belga bûn nitar,

Li wan rozgar nî hatibû reş xemilî geş bahar.

 

Tu bîr bîne Feqî Teyran, Ehmed Xanî, Cizirî,

Derdê millet efrandine belangazî hêmîrî.

Sal û durê wan hîştine, gihîştine dewrana,

Hîşyarkirin bende sexîr ruh dane ber insana.

Bi zimanê kurda şirîn nivîsîn dastanê nûr,

Wek selava dev baharê dûr mane ti qeşê kûr.

Te ji kana xezna Xanî xilkê gulav hildaye,

Ew nav huba dilê xweda cîwar kirye straye.

Te destana Ehmed Xanî “Mem û Zîn”a lel û dur,

Wergervanî Azerî kir bi hubeke qef û qur.

Dinya îro metel maye ser van gilya rez xeta,

Bi Azerî duxulxulin weke kubra teyr, beta.

Nuba te ya “Memê Alan” îro meydanya teye,

Bor siyarbe, kurbar bajo, meydana te fireye.

Bona benda qula rêzke, bide ber tina tavê,

Derbaz bibin qurna dewran jê bê bîna gulavê.

Ez jî îro şaîrekî merîfetî a dilim,

Bi qelama xweye kubar radibim pesnê te didim.

Tu layîgî van pesnanî, nolî şemala tavê,

Bona benda te kişandiye wek cefa dê-bavê.

Îro mera Xanî tuyî melhemeke birîne me,

Bi te şabê Kurd Kurdistan, qencbin derd û kulê me.

Hûnermendî şayîrê Kurd, kemale te bera kûr,

Xêr û xezna qişê te me ra bû têl û tenbûr.

1992.

 

Nizamettin Akkurt

 YEKEM ŞERVANÊ KURDÊN AZERBAYCANÊ ŞAMÎLÊ SELÎM ESGEROV

Şamîlê Selîm Esgerov, di sala 1928’an de li Kurdistana Sor li gundê Axçakentê, li bajarê Kelbecerê hatîye dinê. Di ciwanîya xwe de bi dîrok û edebîyata Kurdistanê re, ku wê demê nav û dengê wê jî li holê nîn bû, eleqedar bûye. Dibistana navîn û amadeyî di dereceya baş de qedandîye û paşê jî dibistana mamosteyî ya bilind a dewleta Azerbaycanê, pey re dibistana bilind a partîyê li Bakûyê û ûnîversîteya pedagojî ya Azerbaycanê xilas kiriye. Her sê dibistanên bilind bi “madalyona zêr” kuta kiriye.

Li bajarê Kelbecera Kurdistana Sor bûye edîtorê rojnameyê. Li heman bajarî dibe serokê rêxistina ciwanan “Komsomolê” û pey re jî berpirsîyarîyên bi rengê mudirê dibistanê, walîyê bajêr, mudirê perwerdeya bajêr, serokê mûzeya dîrokê dimeşîne. Wî ev berpirsîyarîyan bi layiqîyeke mezin daye meşandin. Di heman demê de Şamîlê Selîm Esgerov karê mamostetîyê jî kiriye. Di dema mamostatîya wî de, rêxistina ciwanên Kelbecerê di tevahîya Yekitîya Sovyetê de, di “pêşbirka sosyalîst” de rêza yekem girtîye.

Ji bo mamoste Şamîl li bajarê Bakûyê teklîfek tê. Jê re dibêjin were û bibe rektorê ûnîversîteyê. Lê ew li hember vê teklîfê dibêje na û paş ve dizivirîne. Sedemê vê paşvezivirandina teklîfê jî ew e ku, nexwestîye ji warê bav û kalan dûr bikeve. Wî xwestîye ku li bajarê Kelbecerê bimîne. Ewqas ku bi axa kal û bavan ve girêdayî bûye, çima ku bêhna kurdayetîyê jê werdigirt.

Lê mixabin ku, di sala 1993’yan de Kurdistana Sor ji hêla artêşa Ermenistanê ve dema ku tê dagirtin, bi neçarî jîyana xwe weke penaber li bajarê Bakûyê domandîye.

Pênc zarên Mamosta Şamîl hene û her pêncan jî zanîngehê xwendine.

Mamoste Şamîl li ba xebatên civakî bi xebatên xwe yên edebî û zanistî hatîye nasîn û vê yekê hiştîye ku, li Yekîtîya Sovyetê û li derveyê welêt weke şexsîyetekî navdar deng vede.

Tevî ku bi xwe matamatîksîyen bûye, wî bi kurdî û azerî helbest nivîsandine. Xebatên weke edebî, etnografî, dîrokî û hunerên estetîkî di serî de nêzîkê 40 pirtûkan nîvisandîye. Mamoste Şamîl, li ser xebatên edebî yên Mamosta Cegerxwîn teza xwe ya doktorîyê nivîsandîye, destana “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî wergerandîye zimanê azerî. Her wiha bi sedan helbestên kesayetên weke Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Evdirehman Hejar û Evdila Goran bi zimanê azerî bi lêv kiriye.

Dîsa ferhengoka zimanê azerî-kurdî, kurdî-azerî nivîsandîye. Di nivîsandina vê pirtûkê de armanceke pîroz û bilind daye pêş xwe. Tê zanîn kurdên me yên li dewleta Azerbaycanê dijîn timî bi polîtîkaya asîmîlasyonê ve rû bi rû mane. Mirov dikare bibêje ku ev polîtîka hema bêje qasî polîtîkaya Tirkîyê ku ji damezrandina komarê pê ve li ser kurdên Bakûr meşandin e ne kêmtir e. Dewleta Azerbaycanê ji bo pişaftin û asîmîlekirina kurdan hendazetîyeke taybet nîşan daye û îro ev rewş hatîye radeyeke tirsnak.

Ew polîtîkaya înkarkirina kurdan li Komara Azerbaycanê “di hundirê 70 salan de bi asîmîlekirina kurdên Azerbaycanê ve temam bûye û gihîştîye wê qonaxê ku kurdên vir bibine bîyanîyên nasnameya xwe ya etnîkî. Ev pêvajoya ku nivîskar û sîyasetvanên azerî jê re dibêjin “asîmîlasyona bi dilê xwe” û “kelijandina gelan bi hev ve”, ji hêla gelek lêkolînvanên kurd û bîyanî ve weke “Qirkirina spî” tê binavkirin.” (Ji pirtûka Kurdên Dîasporayê-Hejarê Şamîl.)

Ev polîtîkaya asîmîle û pişaftinê ewqas kûr e ku, bingehê xwe disipêre sedsala 17. Binêrin di heman pirtûkê de nivîskar Hejarê Şamîl vê yekê çawa diderbirîne: “Em gihîştine hinek daneyên dîrokî û ev dane dîyar dikin ku asîmîlasyona kurdên ku li Azerbaycanê dijîn hêrî hindik xwe disipêre sedsala 17. Di wan sedsalên pişt re de, ku em rastî şopa wan kurdên ku dijîyan di hundirê Dewleta Kurd a Şedadî de nabin. Piştî ku Selçûqî Azerbaycanê dagir dikin, em texmîn dikin ku li ser kurdan asîmîlasyon dest pê kiriye.”

Ev yek bi belgeyên dîrokî tê îspatkirin ku, li vê deverê li ser kurdan asîmîlasyoneke erjeng hatîye lidarxistin. Di hundirê vê polîtîkayê de asîmîlasyona bi rengê “mecbûrî” û bizorê” jî cih girtîye.

Lewma li hember vê rewşê Şamîlê Selîm Esgerov gelek xebat dike. Xebata wî ya ferhengê jî ji bo vê yekê ye û bi hêza xwe dixwaze li hember asîmîlekirina kurdan raweste. Bingehîn armanca wî ev bûye. Dîsa di hundirê ev cure xebata xwe de gelek lêkolînên dîrokî yên bi belge pêk tîne û vê xebata xwe jî di pirtûka xwe ya bi navê “kurdên Azerbaycanê” kom dike. Armanca wî ew e ku, kurdên li Azerbeycanê ku zimanê wan asîmîle bûbû, ji nû ve zindî bike. Dîsa yekem ferhengoka qafîye (mişar) ya zimanê kurdî û azerî ji hêla Mamosteyê mezin ve hatîye çêkirin.

Mamoste Şamîl emrê xwe yê biwate di rêya ronahîbûna kurdan û biratîya gelan de borandîye. Bi xwe di vê rîyê de çendî ku rastî zext û zorê hatibe jî, ji şewaza jîyana xwe ti caran tawîz nedaye.

Mamoste Şamîl, di sala 1978’an de bi sedema ku “kurdayetîyê” dike, wî digirin û dixine zindanê. Şamîlê Selîm Esgerov çar salan di zindanê de dimîne. Ew di nav rewşa çetînahîyê de bi navê “Lal Kiz” destana helbestî, ku 20 hezar rêzik e û dîroka têkoşîna gelê kurd vedibêje nivîsandîye û bi vê berhemê helwesta xwe ya sîyasî nîşan daye, li dijî bêmafîyên ku têne kirin.

Timî di dilê Mamosteyê mezin de evîna Kurdistana mezin hebûye, ew tam dildarê Kurdistana Sor bûye. Weke ku kurê wî Hejarê Şamîl dibêje, wî li Kurdistana Sor cîhê her kevirî, her darî û her kanîyê dizanibûye.

Mamoste Şamîl, li komara ku lê dijîya dostên wî yên ku ji “kurdayetîyê” hez nedikirin jî, jê re digotin “Ansîklopedîya Zindî” û abîdeyê zindî yê dostanîya kurd û azerîyan. Ji bo kurdên ku li nav Asya Navîn belav bûne, wateya Mamoste Şamîl mezin e û li ba dilê wan ew tekane şervan e, ku têdikoşe di oxira kurdayetîyê de, li nav kurdên Azerbaycanê.

Roja ku Mamosteyê mezin û hêja Şamilê Selîm Esgerov li Bakûyê çû ser dilovanîya xwe, ez li Kirgizistanê bûm û piştî çend rojan çûme Qazakistanê bajarê Almatê. Bi rastî jî min bi çavên xwe dît ka çiqas ji hêla kurdên me ve dihate hezkirin û li ba wan çendî xwedî rêzdarîyeke mezin e. Mamosteyê mezin Şamîlê Selîm Esgerov ku bi dengekî mezin ji gundê Kelbecera Kurdistana Sor diaxivîya, di ser de jî helbestvan, kurdolog, etnograf, wergêr û “yekem şervanê kurdên Azerbaycanê” bû, di roja 20’ê Gulana 2005’an de di 77 salîya xwe de çû ser dîlovanîya xwe.

Şamîlê Selîm Esgerov, di jîyana xwe ya xwedî xeta têkoşer de îmze avêtîye berhemên girîng ên li ser ziman û dîroka kurd. Wî tevkarîyeke mezin daye wêjeya kurd.

Şamîlê Selîm Esgerov yek ji wan kesayetan e ku, di nav hestên welatperwerîyê de jîyaye û xwedî zanyarîyeke mezin bûye.

Gîyana wî helbestî bû, weke ku tê zanîn bi sedan helbestan ezber dizanibû. Ew kurdolog, fîlolog, zimanzan, wergêr, rojnamevan, dîroknas, etnograf, zanyarê zargotinê, zanyarê xwezayê û xwedîyê mûzeyekê bû. Ew ansîklopedîyeke zindî bû.

Ew hezkirîyê Kurdistanê bû. Bi wêne, pirtûk û muzîkê ve mala wî tam Kurdistaneke biçûk bû. Di pirtûkxana wî ya şexsî de tê gotin ku nêzîkê 20 hezar pirtûk hebûne û ji wan pirtûkan jî nêzîkê 3 hezaran pirtûkên kurdî bûne.

Kurdistan û jîyana Kurdistanî ji bo wî ne arezûyek bû, bîçimê jîyanê bû. Bi hezaran kîlometre ji Kurdistanê dûr li bajarokê Kelbecerê wî Kurdistanê dijîya û Kurdistanê dida jîyandin. Li Kurdistana Sor tenê wî têkoşîna Kurdistanê dida. 

 

Pirtûka Mamoste Şamîl a bi navê “Azerbaycan Kurdlerî” nivco maye. Ev pirtûkeke lêkolînê ye û bergireh e. Niha kurê wî Hejarê Şamîl li ser destnivîsa vê pirtûkê dixebite û dixwaze bide çapkirinê.

Çarînên Mamoste Şamîl hê jî nehatine çapkirin. Di nav wan çarînan de, ku bi kurdîyeke fesîh û kamil nivîsîye, gelek çarînên bicînas hene. “Cînas” di helbesta klasîk a Rojhilata Navîn de gelek hatîye bikaranîn. Helbestên cînasî, dengên wan heman in, lê belê wateya wan cuda ne. Bi rengê nivîsandina wan, çendî ku heman tîp bikar tên jî, wateya ku derdixin holê cuda ne. Ev cure helbest bi qafîye tê nivîsandin.

Di vir de em dikarin mînak bidin:

 “Yara min”

1. “yara minda” (wate, di yara min de)

2. “yara minda” (wate, li yara min da)

3. “yara min da” (wate, yara min da).

Weke ku kurê Mamoste Şamîl dîyar dike bi sedan mînanî vê cînasê hene, di çarînên Mamosta Şamîl Selîm Esgerov de. Her wiha yê ku li ser hunera helbestê gelek lêkolîn kiriye û xwe pê westandîye, di nav helbestvanên kurdên ku li Sovyêta Berê dijîn, helbet Şamîl Selîm Esgerov e.

 

Nizamettin Akkurt 

Nivîskar, zimanzan

Usivê Fekî Evdile

U.F.Evdile li Ermenistanê ji dayîk bûye, 1989-a şunda li Azerbaycanê jiyaye. Du pirtûkê wî derketiye.

ŞAMÎL Û ZİMANÊ KURDÎ

Şamîl û qelem,

Bi sonda qesem,

Hev dane sondan,

Qewlêx qirêdan.

Gilî kirin yek,

Wan bi timteqeq,

Li xwe kirin çek.

Dil da wan wereq,

Bona rîya heq,

Derketin meydan,

Dest dane destan,

Devzendik hildan,

Hevdu hulkutan.

Mil kutan Milan,

Şamîl bi dil-can,

Qelem bi adan,

Bûn betir kotan.

Erd dan ber cotan,

Wek teyrê qotan.

Dane perwazan,

Zor per-bask vedan.

Dor kesî nedan,

Dinê li hev dan.

Ew li te geryan,

Rast hatin meyran.

Wana tu pirsîn,

Tiştkî netirsîn.

Qişka pirsên xweş,

Bi dilekî qeş,

Dane teda rewş.

Derheqa teda,

Kê çi xeber da,

Wan qişk berevdan,

Kirin seredan.

Mînanî qerdan,

Dûrketin derdan.

Pir tera şabûn,

Ro-ro pêşda çûn,

Neyar ber tabûn.

Neket bîr westan,

Dîsa berevdan,

Şuxlê teyî han

Kirin berdewam.

Kirin dûmayî,

Ha çûyî-çûyî.

Kaxiz wî birya,

Qelem jî çikya.

Şamîl newestî,

Hinek rawestî,

Ewî te evîn,

Gellekî qewîn,

Te kir lêkolîn.

Ewî xozneber,

Tu jî bêtir ber,

Cefakêşe rê,

Ewî bi bêrê.

Dît gelek bela,

Avtîne qela,

Tîne wan nela.

Ew bê qotine,

Sondra amine.

Şertê wî şertê,

Hê pir taqete,

Ji te naqete.

Mînanî xortî,

Gelekî xurtî,

Dirêj ne kurtî,

Zimanê kurdî.