Şamil Əsgərov (Dəlidağ)

Afirandin

 

Mamoste Şamîl, li ser xebatên edebî yên Mamosta Cegerxwîn teza xwe ya doktorîyê nivîsandîye, destana “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî wergerandîye zimanê azerî. Her wiha bi sedan helbestên kesayetên weke Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Evdirehman Hejar û Evdila Goran bi zimanê azerî bi lêv kiriye. Sedan helbestên helbestvanên Azerî welgerandiye ser zimane Kurdî.  

Dîsa ferhengoka zimanê azerî-kurdî, kurdî-azerî nivîsandîye. Di nivîsandina vê pirtûkê de armanceke pîroz û bilind daye pêş xwe. Tê zanîn, kurdên me yên li dewleta Azerbaycanê dijîn timî bi polîtîkaya asîmîlasyonê ve rû bi rû mane, li vê deverê li ser kurdan asîmîlasyoneke erjeng hatîye lidarxistin.  

Lewma li hember vê rewşê Şamîlê Selîm Esgerov gelek xebat dike. Xebata wî ya ferhengê jî ji bo vê yekê ye û bi hêza xwe dixwaze li hember asîmîlekirina kurdan raweste. Bingehîn armanca wî ev bûye. Dîsa di hundirê ev cûre xebata xwe de gelek lêkolînên dîrokî yên bi belge pêk tîne û vê xebata xwe jî di pirtûka xwe ya bi navê “Kurdên Azerbaycanê” kom dike. Armanca wî ew e ku, kurdên li Azerbeycanê ku zimanê wan asîmîle bûbû, ji nû ve zindî bike. Dîsa yekem ferhengoka qafîye (mişar) ya zimanê kurdî û azerî ji hêla Mamosteyê mezin ve hatîye çêkirin.

Şamîlê Selîm Esgerov, di jîyana xwe ya xwedî xeta têkoşer de îmze avêtîye berhemên girîng ên li ser ziman û dîroka kurd. Wî tevkarîyeke mezin daye wêjeya kurd.

Şamîlê Selîm Esgerov yek ji wan kesayetan e ku, di nav hestên welatperwerîyê de jîyaye û xwedî zanyarîyeke mezin bûye. Ew kurdolog, fîlolog, zimanzan, wergêr, rojnamevan, dîroknas, etnograf, zanyarê zargotinê, zanyarê xwezayê û xwedîyê mûzeyekê bû. Ew ansîklopedîyeke zindî bû.

Ew hezkirîyê Kurdistanê bû. Bi wêne, pirtûk û muzîkê ve mala wî tam Kurdistaneke biçûk bû. Di pirtûkxana wî ya şexsî de nêzîkê 20 hezar pirtûk hebûne û ji wan pirtûkan jî nêzîkê 3 hezaran pirtûkên kurdî bûne.

Kurdistan û jîyana Kurdistanî ji bo wî ne arezûyek bû, bîçimê jîyanê bû. Bi hezaran kîlometre ji Kurdistanê dûr li bajarokê Kelbecerê wî Kurdistanê dijîya û Kurdistanê dida jîyandin.

Çarînên Mamoste Şamîl hê jî nehatine çapkirin. Di nav wan çarînan de, ku bi kurdîyeke fesîh û kamil nivîsîye, gelek çarînên bicînas hene. “Cînas” di helbesta klasîk a Rojhilata Navîn de gelek hatîye bikaranîn. Helbestên cînasî, dengên wan heman in, lê belê wateya wan cuda ne. Bi rengê nivîsandina wan, çendî ku heman tîp bikar tên jî, wateya ku derdixin holê cuda ne. Ev cure helbest bi qafîye tê nivîsandin.

Di vir de em dikarin mînak bidin:

 “Yara min”

1. “yara minda” (wate, di yara min de)

2. “yara minda” (wate, li yara min da)

3. “yara min da” (wate, yara min da).

Weke ku kurên Mamoste Şamîl dîyar dike bi sedan mînanî vê cînasê hene, di çarînên Mamosta Şamîl Selîm Esgerov de.